H’emû nûçeSereke

Bi pevketina li Prahayê em amadene berbi îmzekirina peymana aşîtîyê herin: Paşînyan

Elametîyên serokê Adirbêcanê yên provokasîyonin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.

“Pêwandîyên meye navneteweyî didine kifşê, wekî pejirandina civaka navneteweyî ya hindava vî halî zêde dibe, mezin dibe.Ew elametî bi armanca sazkirina êskalasîyayê tên kirinê û usa jî bersiva meye raste wekî  li herêmê gerekê faktora qewînbûnê hebe”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr Ermenîstan amadeye li ser hîmê pevketinên li Prahayê berbi peymana aşîtîyê here, lê elametîyên Adirbêcanê dijî van pevketinên destanîne: “ Bona ku li herêmê hal qewîn bê xweykirinê gerekê berbi hevraxeberdana û helkirina bi rêya sîyasî herin. Me çawa derheqa amadebûna xweda daye dîyarkirinê, em dîsa amadene wî cûreyî berdewamkin”,- ewî gotîye.

Paşînyan ösa jî gotîye, wekî civaka navneteweyî jî hesab dike wekî dorgirtina korîdora Laçînê û elametîyên Adirbêcanêye agrêsîv bona îzbatkirina aşîtîyê dijwarîya pêşda tînin: “Feqet, lê kê gotîye wekî xwestina Adirbêcanê ew nîne, wekî bi elametîyên provokasîyonva pêvajoya aşîtîyê bi temamî dane teribandinê? Dîplomatîya navneteweyîye aktîv û karebûnên hundurda, pêşxistina înstîtûtên dewletê, dûrneketina ji rojeva aşîtîyê pêwîstin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button