H’emû nûçeSereke

Bona têrorkirina ermenîyên Arsaxê, Adirbêcanê li ber tu tiştî nesekine

Êvara 17 ê meha çile li korîdora Laçînê bûyareke cuda qewimîye.19 zarokên ku ji mehekê zêdetir ji dê û bava qetîyayî bûn ji Gorîsê paşda vegerandine Arsaxê. Li ser rê avtomaşîne ji alîyê azêrîyada hatîye sekinandinê. 10-15 azêrî nêzîkî avtomaşînê bûne û ji wana hinek ketine avtomaşînê, destpê kirine şikilên wan bikişînin. Rûyê wê kirina provokasîyonda avtomaşînêda hevdefdandin çê bûye rûyê çida zarokek xeriqîye. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan gotîye.Aşîtîparêzên rûsra li hev hatîye ku têrorîstên azêrî ji avtomaşînê derxin. Dema ku avtomaşîne nêzîkî cîhê rîya girtî bûye, azêrîyên li wir berevbûyî kirine qîrîn û bi wî cûreyî têrora bi moralî mîyaser kirine û zarok tirsandine.

Otobûsa bi zaroka avtomaşîna ewlin bû ku çûye Arsaxê û ew bûyar dide kifşê, wekî çûyîn-hatina bi korîdora Laçînêra bona welatîyên sade qezîyaye, heger rêberîya wan tu kes neke.

Arsaxî zanin  wekî wextê jîyana tevî azêrîya  wê paqijkirinên êtnîkî destpêbin, çimkî azêrî hiznekirina xwe hindava ermenîyada didine kifşê. Nava van 30 salên dawîda propaganda wî cûreyî li Adirbêcanê berdewam kirîye.Şedetîya wê yekê hema xirabkarîyên dema şerê 44 roje didin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button