H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Xavîyêr Kolomîna pirsên di derbarê hevkarîya Ermenîstanê  û NATO ê û pêvajoyên li Qafqasîya Başûr gotûbêj kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wekîlê sêkrêtarê NATO ê, yê li Qafqasîyayê û Asîya Navîn  Xavîyêr Kolomîna qebûl kirîye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî alîya pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û NATO ê û usa jî yên derheqa pêvajoyên li Qafqasîya Başûr gotûbêj kirine.

Serokwezîr derheqa halê krîzeya hûmanîtarîda, ya ku li korîdora Laçînê pêşda hatîye, xeberdaye. Nîkol Paşînyan gotîye, wekî Adirbêcan bi gavên xweye provokasîyon elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û derheqa girîngîya civaka navneteweyî, ya li ser vê bûyarê xeberdaye.

Wekîlê sêkrêtarê NATO ê girêdayî dorgirtina korîdora Laçînêra xemgînîya xwe elam kirîye û çareserkirina çûyîn-hatina bi korîdorê girîng hesab kirîye.Xavîyêr Kolomîna gotîye, wekî NATO hewaskare ku li herêmê aşîtî îzbatbe û derheqa piştgirîya xweda ya hindava cedandinên hevkarên navneteweyîda daye dîyarkirinê.

Xêncî wê yekê, usa jî pirsên bona herdu alîya hewaskara hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button