Parêzera Ermentstanêye mafên mêriv ew bûyar raber kirîye, wextê kîjanê azêrî ketine wê avtomaşînê, kîjanê zarokên Arsaxê ji Ermenîstanê dibirine Arsaxê
Bi piştgirîya mîsîya aşîtîparêzên rûs, 17 ê meha çile ji Ermenîstanê 19 zarokên Arsaxê cîguhastî Arsaxê kirine û wî çaxî êkoaktîvîstên azêrî ketine wê avtomaşînê û zordarîya pisîxolocî li ser zaroka mîyaser kirine. Ew bûyar ji alîyê parêzera Ermenîstanêye mafên mêrivda li ber organîzeyên navneteweyî hatîye raberkirinê.
Ev bûyareke cudaye.Xêncî wê yekê ku ew zarok îdî ji mehekê zêdetir nava zêrandinên pisîxolocîdanin, çimkî ji malbetên xwe qetîyayî mane. Nava vî wedeyîda ew bi pisîxolocî hatine zêrandinê.
Mixabin, li hev nehatîye ku wextê cîguhastina zaroka garantîyayên ewlehkarîya pisîxolocî û fîzîkî bidin.
Wextê ketina li avtomaşînê, zarokek xeriqîye.Ev kirin gaveke hedefkirîye ya ku norm û prînsîpên navneteweyî diteribîne”,-nava elametîya parêzera mafên mêrivda hatîye gotinê.