H’emû nûçeSereke

Adirbêcan gerekê dorgirtina korîdora Laçînê bide sekinandinê: parlamênta Avropayê derheqa Arsaxêda rêzolysîya qebûl kirîye

Parlamênta Avropayê rêzolyûsîya derheqa encamên hûmanîtarî, yên li Qerebagê rêzolyûsîya qebûl kirîye.

Bi hesabhildana wê yekê, wekî korîdora Laçînê rêya tek-tenêye ku Qerebagê dinîya derva dide girêdanê, parlamêntvan bangî Adirbêcanê dikin ku ew korîdora Laçînê bidine vekirinê û çûyîn-hatina aza bidine çareserkirinê. Li gorî rêzolyûsîyayê pêwîste ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qayîlnivîsara aşîtîyê wê hebe ya ku wê garantîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bide. Bang tê kirinê ku îzinê bidine organîzeyên navneteweyî ku ew bikaribin herine  Qerebagê û alîkarîya hûmanîtarî bidine cimetê, usa jî mîsîyayên Organîzeya Netewên Yekbkûyî, yan jî ya Avropayê herine korîdora Laçînê û cîda halê hûmanîtarî qîmetkin.

Xêncî wê yekê parlamêntvanên Avropayê “bêkarîya” aşîtîparêzên rûs gunehkar dikin û têra dibînin wekî ew gerekê bi aşîtîparêzên navneteweyîva bêne guhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button