H’emû nûçeSereke

Welatîyên bîyanî, yên ku li Ermenîstanêne, wê bikaribin bi hinek bîznêsava bêyî lîsênzîya bixebitin

Hukumatê begemîya xwe daye projeya guhartinên nava qanûna derheqa lîsênzîyayêda, bi kîjanê organîzeyên bîyanî wê bikaribin li Ermenîstanê bi hinek bîznêsava mijûlbin, bêyî stendina lîsênzîyayê.

Ew guhartin derheqa wan cûrên bîznêsêdanin, şuxulkarîya kîjanaye li Ermenîstanê cîhê konkrêt têra nabîne.

Bona destpêkirina bîznêsa bêyî lîsênzîya organîze gerekê dokûmênta derheqa wê yekêda raberke, bi kîjanê mafê wê heye ku li welatê xwe bi wê bîznêsêva mijûlbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button