H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan wê bi seredana xebatêva here Bryûsêlê

Ji 23 a hetanî 25 ê meha çile wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanê wê bi seredana xebatêva here Bryûsêlê.

Li komîtêya parlamênta Avropayêye pirsên der Mîrzoyanê bi axaftin pêşda bê, li kîderê ewê derheqa pirsên qewînbûn û ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr, krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê, pêvajoya bona îzbatbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, hevkarîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê biaxive.Ewê usa jî bersiva pirsên endamên parlamênta Avropayê bide.

Nava dorana seredanêda Mîrzoyanê usa jî rastî wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên sîyasîyî der Jozêp Borêl û wezîrê Blêçîkayêyî karên der Haca Lahbîbî bê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button