H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bangî  Şêwira Avropayê kirîye ku ew Adirbêcanê mecbûrke bona ku qirarên mehkema Avropayêye mafên mêriv, yên derheqa korîdora Laçînêda bêne mîyaserkirinê

Ermenîstanê bangî Şêwira Avropayê kirîye ku ew Adiribêcanê mecbûrke bona ku qirarên mehkema Avropayêye mafên  mêriv, yên derheqa korîdora Laçînêda bêne mîyaserkirinê.

Derheqa wê yekêda wekîltîya Ermenîstanêye li Şêwira Avropayê rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

“Arman Xaçatryanê bayloz wextê şêwirdarîya cîgirên wezîra gotîye, wekî dorgirtina korîdora Laçînê, ya ji alîyê Adirbêcanêda encamên hûmanîtarîye giran bona Arsaxê pêşda tîne. Ermenîîstan bangî komîtêya wezîra dike ku dijî Adibêcanê gavên anegor bêne avîtinê bona ku qirarên mehkema Avropayêye mafên mêriv bêne mîyaserkirinê”,- nava elametîya wekîltîya Ermenîstanêye li Şêwira Avropayê hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button