Hejmara kuştîya, yên ku bin avayên wêranbûyîda mane, yê li bakûrê Helebê, gihîştîye 16 merivî. Hatîye ragîhandinê, wekî avayê pêncqatê rûyê avêda hedimîye, ya ku hîmê wêda berev bûye. Li wî avayîda here kêm 30 meriv, pênc malbet diman û binelîyê herî biçûk zaroka 20 rojî bûye. Doxtira dane dîyarkirinê, wekî hejmara kuştîya dikare hê zêbdebe.
Li vê nehîyê bi piranî kurd dijîn.