Komîsîya Kongrêsa ŞAY ya pirsên ermenî bang kirîye ku li ser Adirbêcanê hukum bikin bona ku dorgirtina Arsaxê bê sekinandinê
Serokên komîsîyayên pirsên ermenî, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nama ser navê sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntîonî Blîkên û seroka ajansa Ştatên Yekbûyîye pêşkeftina navneteweyî Samanta Paûêrê şandine û berbirî wan bûne ku hukumata Ştatên Yekbûyî li ser serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hukumke bona ku dorgirtina 120 000 ermenîyên Arsaxê bê hildanê. Derheqa wê yekêda kongira ermenîyên Amêrîkayê ragîhandîye.
Namêda hatîye gotinê, wekî stratêgîya navneteweyî, ya niha, ya bona vekirina korîdora Laçînê naşuxule.Nenihêrî wê yekê wekî şedetî hene ku korîdor girtîye, Elîyêvê serok dîsa rast nabêje Ştatên Yekbûyî û civaka navneteweyî û serda zêde dike wekî dorgirtin tune.
“Rêjîma Elîyêv gavên bi zanebûn diavêje ku binelîyên Arsaxêye ermenî ji wandera bêne derxistinê û wana ji mafên jîyîna ji welatê kal û bava miqûf bihêle, ew yek nîşana paqijkirinên êtnîke, kîjanê gerekê hesab hildin”,- namêda hatîye gotinê.