H’emû nûçeSereke
Nava 11 mehada bi sînorên Ermenîstanêye dewletê ji sê mîlyonî zêdetir meriv hatine Ermenstanê, ji kîjana ji mîlyonekî zêdetir welatîyên Rûsîyayêne
Ji meha çileya sala 2022 a hetanî meha mijdarê sê mîlyon 46 900 meriv sînorên Ermenîstanêye dewletêra derbaz bûne û hatine Ermenîstanê. Ji wan meriva mîlyonek 16 203 meriv welatîyên Rûsîyayêne. Derheqa wê yekêda komîtêya Ermenîstanêye sosîyolocî melûmetî dane.
Hema nava wî wedeyîda jî sê mîlyon 18 266 meriv jî derketine.