H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan wextê hevdîtina tevî Dêyvîd Mkalîstêr derheqa pêwîstîya hukumkirina ji alîyê civaka navnetweyîda, ya li ser Adirbêcanê gotîye /vîdêyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî serokê komîtêya parlamênta Avropayê, yê pirsên der Dêyvîd Mkalîstêr hatîye.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pirsên ewlehkarî û qewînbûna herêmîda çûye.

Ararat Mîrzoyan derheqa encamên girtina korîdora Laçînêda raber kirîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî meremê Adirbêcanê ewe ku li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî hindava 120 000 binelîyên ermenîda mîyaserkin.

Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku hukumkirina ji alîyê civaka navneteweyîda, ya li ser Adirbêcanê bê zêdekirinê bona ku krîzeya hûmanîtarî bê sekinandinê.

Beşdarên hevdîtinê fikir dora pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda pevguhartine. Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button