H’emû nûçeSereke

Blîkên bangî Elîyêv kirîye ku korîdora Laçînê lez bidine vekirinê

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên bangî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv kirîye ku korîdora Laçînê lez bidine vekirinê.

“Îro sêkrêtarê dewletê Êntonî Blîkên tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv qise kirîye û bang kirîye ku bona cîguhastinên kirîn-frotarnê korîdora Laçînê lez bidine vekirinê.

Ewî gotîye, wekî qezîya krîzeya hûmanîtarî pêrspêktîvên aşîtîya di navbera  Ermenîstanê û Adirbêcanêda tevlîhev dike.

Sêkrêtarê dewletê bangî Elîyêv kirîye ku tevî Ermenîstanê nava hevraxeberdanada cedandina bidine dubarekirinê. Ewî usa jî pirsa derheqa mafên mêriv li Adirbêcanê bilind kirîye”.

RÎA Novostîyê derheqa wê yekêda nivîsîye, wekî ji sala derbazbûyîda alîyê azêrîya rîya tevî Qerebagê daye girtinê û girêdayî wê yekêra aşîtîparêzên rûs hevraxeberdana tevî wekîlên Adirbêcanê derbaz dikin ku şuxulkarîya transporta sîvîl careke mayîn bê dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button