H’emû nûçeSereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv derheqa ji alîyê Adirbêcanêda xirabkirina sîstêmên Arsaxê raport belav kirîye

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv derheqa ji alîyê Adirbêcanêda bi zanebûn xirabkirina sîstêmên Arsaxê raport belav kirîye.

Raportêda şedetîyên usa hatine raberkirinê, yên ku ber çevane: sekinandina gazê, xetên ênêrgîya êlêktrîkî.

Bi zanebûn gaza ku diçe Arsaxê, didine sekinandinê, lê piaranîya mal û avayî û usa jî piarnîya îdarên xwendinê bi gazê tên germkirinê.

Adirbêcan nahêle ku teribandina xetên ênêrgîya êlêktrîkî bêne çêkirinê û ji meha çileda jî êlêktrîk nagihîje Arsaxê.Rûê wê yekêda cimet rojê tenê şeş seheta ênêrgîya êlêktrîkî distîne.

Rûyê vî hemû tiştîda li mala nikarin xwerina jî çê bikin, îdarên dewletê bi rêjîma kurt dixebitin, îdarên xwendinê naxebitin.

Ev hal usa jî li ser sîstêma saxlemîxweykirinê tehsîr dike, çimkî 7O selefê îdarên saxlemîxweykirinê, nexweşxane bi gazê tên germkirinê.

Xebata transportê jî hatîye teribandinê û rûyê vî hemû tiştîda jîyana herroje  tê teribandlinê. Derheqa vî hemû tiştîda bi hûrgilî raportêda hatîye raberkirinê.

Raport sîstêmên navneteweyîra şandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button