H’emû nûçeSereke

Serokbajara Parîzê serokê Arsaxê daye bawarkirinê, wekî ewê bona milahîmkirina hal cedandina bidine çendbarekirinê

Serokê Komara Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan bi têlefonê tevî serokbajara Parîzê Ann Îdalgoyê qise kirîye. Derheqa wê yekêda serokê Arsaxê rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

Me bi têlefonê tevî xanim Ann Îdalgoyê qise kir.Rojev derheqa halê li Arsaxêda bû. Min menî û encamên qezîya hûmanîtarî raber kirine û daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê civaka navneteweyîda gerekê  qîmetkirin û gavên anegor bêne raberkirinê. Ann Îdalgoyê derheqa piştgirîya xweye hindava cimeta Qerebagêda gotîye û serda zêde kirîye, wekî ewê hemû tiştî bikin ku cedandinên xwe çendbarekin bona ku hal bê milahîmkirinê”,- serokê Arsaxê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button