H’emû nûçeSereke
Serokkomarê Fransîyayê bi Ara Toranyan û Mûrad Papazyan ra rewşa Arsaxê ya ji ber girtina korîdora Laçînê gotûbêj kirîye
23 ê çile serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron li koşka Ylîsêyê hevserokên konseya koordînasyona rêşxistinên ermenî yên Fransîyayê Ara Toranyan û Mûrad Papazyan qebûl kirîye. “Armênprêss” li ser vê yekê ji ofîsa çapemenîyê ya konseya hevrêzîya rêşxistinên ermenîye li Fransayê pê hesîyaye.
Êmanûêl Makron û nûnerên civaka ermenî li ser rewşa Arsaxê ya ji ber girtina korîdora Laçînê ji 12 ê kanûna pêşin ya sala 2022 a, gotûbêj kirine. Her wiha gefên li ser yekparebûna axa Ermenîstanê hatin kirin.
Ara Toranyan û Murad Papazyan bal kişandin ser baldariya serokkomarê Fransîyayê û hêvî kirin ku Fransîya rola xwe di parastina gelê Qerebaxê da zêdetir bike.