H’emû nûçeSereke

Tirkîya eşkere gihîştîye propaganda desthilatdarîya Adirbêcanêye dijî axa Ermenîstanê

Li ser fona axaftinên  derheqa aşîtîya li herêmê, Adirbêcan û Tirkîya propagandayê pêşda dibin, kîjan dijî axa Ermenîstana serbixweye. Niha baylozê Tirkîyayêyî li Adirbêcanê Cahîd Baxçîn jî gihîştîye wê înîsîyatîvayê, ya ku çawa “Adirbêcana rojavayê” tê navkirinê.Em bîr bînin, wekî ew înîsîyatîva hema derheqa wê yekêdane, wekî çevê wan li ser temamîya axa îroyîne.

“Nava temamîya dîrokêda Adirbêcan û Tirkîya dijî dijminên der şerkarî kirine”,- bayloz wextê hevdîtina li “Dîyaspora Adirbêcanêye rojavayê” gotîye.

Xêncî wê yekê ewî daye dîyarkirinê ku amadeye piştgirîyê bide wan azêrîya, yên ku ji wa gotî Adirbêcana rojavayê hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button