H’emû nûçeSereke

Toyvo Klaar derheqa pêwîstîya şuxulkarîya korîdora Laçînêda gotîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî  seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîna bayloz amade bûye.

Qirara derheqa mîsîya Avropayêye nûda, ya  li ser sînorê ermenîya-azêrîya girîng hatîye hesabkirinê, ya ku wê alî qewînbûn û ewlehkarîya li herêmê bike.Xeberdan usa jî derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê, girtina korîdora Laçînêda, çûye.

Paşînyanê serokwezîr gotîye wekî rûyê wê yekda halê li Qerebagê roj bi roj giran dibe, mekteb û baxçên zaroka naxebitin, li merkezên doxtirîyê kêmasîya dermana heye û ew li  ber pirsgirêkên mezin sekinîne.Xêncî wê yekê ji alîyê Adirbêcanêda gaza ku diçe Qerebagê, hatîye sekinandinê, usa jî pirsgirêka dayîna ênêrgîya êlêktrîkî heye. Nîkol Paşînyan bersiva civaka navneteweyî girîng hesab kirîye û bi razîbûn derheqa rêzolyûsîya ji alîyê parlamênta Avropayêda qebûlkirî xeberdaye.

Toyvo Klaar girêdayî girtina korîdora Laçînêra xemgînîya xwe daye kifşê û gotîye wekî pêwîste ku korîdor bêyî dijwarî bê xebitandinê. Ewî gotîye wekî Yekîtîya Avropayê hewaskare ku li herêmê qewînbûn û ewlehkarî îzbatbin.

Wextê hevdîtinê usa jî derheqa mîsîya sîvîlda, ya Yekîtîya Avropayêye nûda, fikir hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button