H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê wê mîsîya  sîvîl ya dîtindarîyê li nehîyên Ermenîstanêye li ser sînor cîhwar bike

Şêwira Yekîtîya Avropayê qayîlîya xwe daye wê yekê, wekî li Ermenîstanê mîsîya dîtindarîyê bê cîhwarkirinê. Meremê wê mîsîyayê ewe, ku alî Ermenîstanê bikin ku li wan nehîyên nêzîkî sînor qewînbûn îzbatbe û li wir atmosifêra bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê çêbe.

Wekîlê Avropayê Jozêp Borêl gotîye wekî ewê piştgirîyê bidine cedandinên bona sazbûna qewînbûnê û wê tevî herdu alîya bişuxulin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button