H’emû nûçeSereke
Borêl gotîye wekî mîsîya Avropayêye dîtindarîyê, ya li Ermenîstanê wê bighîje 100 merivî
Li Bryûsêlê, wextê prêss-konfêransa derbazbûyî, wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên pêwandîyên der û sîyaseta ewlehkarîyê, Jozêp Borêl derheqa sazkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya sîvîl ku wê li Ermenîstanê bê cîhwarkirinê, xeberdaye.
Borêl gotîye, wekî ew mîsîya wê ji sed merivîbe, yên ku wê cîda piştgirîyê bidine ewlehkarîya meriva û sazkirina atomosifêra aminayê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda.
Em bîr bînin, wekî ew mîsîya wê bi wedê du sala bişuxule.