H’emû nûçeSereke

“Elîyêv  Ermenîstan çawa “Adirbêcana rojavayê” nav kirîye û ew yek şedetîyê dide ku agrêsîya dijî Ermenîstanê berdewame”: Rûbînyan

Serokê dêlêgasîya ermenî, ya li parlamênta Avropayê Rûbên Rûbînyan wextê civîna parlamênta Avropayê bi axaftin pêşda hatîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan dîsa  dagirkirina axa Ermenîstanêye serbixwe berdewam dike.Ewî gotîye wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv nava axaftinên xweda gotîye wekî niha tabîyên Adirbêcanê yên diha başin û heger pêwîstbe ew dikarin pêşerojêda sîstêmên Ermenîstanêxin.

“Elîyêv usa jî gotîye, wekî nîvê Ermenîstanê beşeke Adirbêcana dîrokîye, dikeve nava kîjanê Yêrêvana paytext. Ewî Ermenîstan çawa “Adirbêcana rojavayê” nav kirîye.Ev gotin ketîye nava axaftinên Adirbêcanêye meremî û ew yek şedetîyê dide ku armanca wan heye agrêsîya dijî Ermenîstanê berdewamkin.Ev yek gerekê tiştê qebûlkirinê nîbe”,- Rûbînyan gotîye.

Rûbînyan serda zêde kirîye, wekî wedeye ku axaftinên derheqa dewleta Adirbêcanêye agrêsîvda bidine sekinandinê û derheqa Adirbêcanêda birîyarê qebûlkin, ya ku derheqa destpêkirina agrêsîya dijî cînara dêmokratîk xeber dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button