H’emû nûçeSereke
Em bona cedandinên Fransîyayê razalixîyê elam dikin, bayloza Ermenîstanê derheqa mîsîya Yekîtîya Avropayêda gotîye
Em razalixîyê elamî Fransîyayê dikin bona wê yekê, ku cedandina dide xebatê bona ku Yekîtîya Avropayê mîsîya dîtindarîyê bişîne Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda bayloza Ermenîstanêye li Fransîyayê Hasmîk Tolmacyanê Twittereda nivîsîye.
“Em şane, wekî Fransîya wê beşdarî mîsîya Yekîtîya Avropayê bibe bona ku piştgirîyê bidine aşîtî, qewînbûn û ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr,”,- baylozê nivîsîye.
Em bêjin, wekî wezîra Fransîyaye karên der Katrîn Kolonayê rûpelê sosîyalîda nivîsîbû: “Ermenîstan, Adirbêcan: ev birîyar gelekî girînge û Fransîyayê beşdarî vê mîsîya avropî bibe”.