H’emû nûçeSereke

Rûyê agrêsîya Adirbêcanêye meha îlonêda  ji alîyê ermenî 224  meriv hatine kuştinê, ji kîjana sê meriv binelîyên sîvîlin

Li komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê, li îdara wêye leşkerî, encamên lêpirsîna girêdayî agrêsîya Adirbêcanêda, ya 13-14 ê îlona sala 2022 a hatine tomerîkirinê.

Li gorî wê tomerîkirinê, hatîye dîyarkirinê wekî bi seda îş hatine vekirinê.Derheqa zîyana li wan gundên nêzîkî sînor hatîye dîyarkirinê. Rûyê wê agrêsîyayêda ji sdî zêdetir mal û avayên sîvîle mayîn zîyanê ketine. Xêncî wê yekê îdarên leşkerîye li wandera jî zîyanê ketine.Wextê pêvajoya lêpirsînê ji 600 î zêdetir meriv hatine lêpirsînê û ji hezarî şede li wir amade bûne.

Li gorî encamên lêpirsînê hatîye dîyarkirinê, wekî rûyê agrêsîya Adirbêcanêda 224 meriv hatine kuştinê, nava kîjanada sê meriv binelîyên sîvîlin, lê cîhê sê leşkera jî hetanî niha eyan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button