H’emû nûçeSereke

Adirbêcan gerekê dorgirtina korîdora Laçînê lez bide sekinandinê: Ararat Mîrzoyan gotîye Jozêp Borêl

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê  karên der û pirsên ewlehkarîyê Jozêp Borêl hatîye.

Wextê hevdîtinê fikir dora pirsên ewlehkarî û qewînbûna herêmî hatine pevguhartinê.Mîrzoyanê wezîr birîyara derheqa cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyêye li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye.

Ararat Mîrzoyan guhdarîya Jozêp Borêl teglîfî  ser krîzeya hûmanîtarî kirîye, ya ku rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan  gerekê li gorî xalên elametîya  9 ê mijdarê, dorgirtina korîdora Laçînê bide hildanê. Mîrzoyan gavên praktîk, yên ji alîyê civaka navneteweyîda girîng hesab kirîye, çimkî sîyaseta Adiribêcanê bona paqijkirinên êtnîkîye.

Wextê hevdîtinê usa jî derheqa pirsên hevkarîya dualîda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button