H’emû nûçeSereke

Elamî Ermenîstanê kirine wekî Adirbêcanê li ser hîmê konvênsîya Bêrnê pêvajoya hiqûqî destpê kirîye

Ji wekîleta Ermenîstanêye pirsên hiqûqîya navneteweyî ragîhandine, wekî Adirbêcanê li ser hîmê konvênsîya Bêrnê pêvajoya hiqûqî destpê kirîye.

Komara Ermenîstanê bi yazixî elam dike, wekî Adirbêcanê qirar kirîye pêvajoyê li ser hîmê dokûmênta usa destpêke, meremê kîjanê ewe ku piştgirîyê bidine hevkarîya di navbera welatada û êkolocîya dor-bera biparêzin. Ermenîstanê gelek cara derheqa parastina êkolocîya dor-berada îzbat kirîye û ew yek li ser hîmê konvênsîya  Bêrnê daye dîyarkirinê.

Ermenîstan xemgîne wekî pirsên Adirbêcanêye bilindkirî armanca konvênsîya Bêrnêva girêdayî nînin û ew yek dikare bi cûrê xirab li ser dor-berên herêmê tehsîrke, kîjan van salên dawî rûyê şerên Adirbêcanêda zîyaneke mezin ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button