H’emû nûçeSereke
Rûbînyan bangî sêkrêtara Şêwira Avropayê kirîye ku bona vekirina korîdora Laçînê tehsîra ser Adirbêcanê bidine zêdekirinê

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê, serokê dêlêgasîya Ermenîstanêye nava parlamênta Avpopayêda Rûbên Rûbînyan rastî sêkrêtara Şêwira Avropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê hatîye.
“Ez rastî sêkrêtara Şêwira Avropayê hatim. Min krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê, ya ku nava encamên dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye, raber kirîye.Em pevketin wekî organên Şêwira Avropayê gerekê bêyî dijwarî herine li her zonake Şêwira Avropayê. Min bang kir, ku hukumê li ser Adirêbacnê zêdekin, bona ku korîdora Laçînê lez bê vekirinê”,- Rûbînyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.







