H’emû nûçeSereke
Karo Paylan bangî Êrdogan kirîye ku sînorên di navbra Ermenîstanê û Tirkîyayêda bidine vekirinê

Parlamêntvanê Tirkîyayê, yê ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela Karo Paylan bangî Êrdogan kirîye ku sînorên di navbera Tirkîyayê û Ermenîstanêda bidine vekirinê, bona ku kirîn-frotan mîyaserbe, kîjanê karê bide tirka, ermenîya, kurda û azêrîya.
Paylan li Qersê, li nêzîkî dergehên sînor qesidîye û derheqa wê yekêda li wir gotîye
“Azêrî, ermenî, tirk û kurd merivên li vê herêmêne û mixabin ew ji hev hatine cudakirinê. Niha wedeye ku ew hevdu hembêz bikin.”,-Paylan gotîye û serda zêde kirîye wekî bi girtina sînor hemû kesên li vê herêmê wê binkevin.