H’emû nûçeSereke

Koalîsîyona «Rizgarkirina Qerebagê» hatîye sazkirinê bona ku mesîhîyên ermenî biparêzin, yên ku pêşberî komkujîyê rû bi rû sekinîne

Çawa bersiva cêrge organîzeyên civakî û aktîvîsta îro li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê koalîsîyona bi navê «Rizgarkirina Qerebagê» li ber Kapîtolîûmê  berevbe.

Dikevine nava wê koalîsîyonê endamên kongrêsê, wekîlên dîyaspora ermenî, rêberên ruhanî  û organîzeyên civakî, yên ku  bona yazîya ermenîyên Arsaxê xemgînin.

Ji 40 rojî zêdetire, ji kanûna sala derbazbûyî, hukumata Adirbêcanê korîdora Laçînê girtîye û 120 000 ermenîyên li wir ketine nava  hesarê.

Endamên koalîsîyonê derheqa piştgirîya  xweye hindava cimeta Arsaxê dikin û borcdarîyê hildidine ser xwe ku guhdarîya çapemenîyê teglîfî ser wê pirsê bikin.

Koalîsîyon bangî hukumata Ştatên Yekbûyî dike ku hemû mecalên pêwîst bidine xebatê, ku dorgirtina Qerebagê bidine hildanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button