H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên  ŞAY  bi rêzolyûsîyayê bangî Baydên dikin ku piştgirîya leşkerî, ya bona Adirbêcanê bidine sekinandinê

Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn, Dêyvîd Valadao, Gas Bîrîlakîs, Adam Şîf  û Brêd Şêrman rêzolyûsîya pêşda kişandine, ya ku derheqa dorgirtina ermenîyên Qerexbagêda û terbandina mafên mêrivdane. Bi wê rêzoyûsîyayê kongrêsmên bangî serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên dikin ku piştgirîya leşkerî, ya bona Adirbêcanê bidine sekinandinê û piştgirîyê bidine zîyankêşên ermnîye li Qerebagê.

Nava rêzolyûsîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya borcdarîyên bona helkirina pirsaye bi rîya edil diteribînin.Rêzolyûsîyayêda usa jî hatîye gotinê, wekî serokê Adirbêcanê bang kirîye ku gerekê hindava ermenîyên Qerebagê paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin û bi wî cûreyî desthilatdarîya Adirbêcanê qayîlnivîsarên wextê şerê sala 2020 î teribandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button