H’emû nûçeSereke
“Ermenîstan ji mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv paşda nesekinîye”:Vagarşak Harûtyûnyan

Ermenîstan ji cîhwarkirina mîsîya Oprganîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya ser sînorê tevî Adirbêcanê paşda nesekinîye: derheqa wê yekêda wextê qisa tevî ajansa TASS ê baylozê Ermenîstanêyî li Rûsîyayê Vagarşak Harûtyûnyan gotîye.
“Çi ku derheqa dîtindarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvdane, tu kes ew înkar nekirine. Dokûmênta ku gerekê nava encamê seredana sêkrêtarê organîzeyêyî sereke û serokê ştaba yekbûyî li Yêrêvanê bihata îmzekirinê, rûyê wê yekêda nehate îmzekirinê, wekî alîyê ermenî dixwest li ser dokûmêntê tişt zêde bikira. Niha ew dokûmênt nava wê êtapa zêdekirinêdane”,- Harûtyûnyavn gotîye.







