“Rûsîyayê meremê mîsîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê şaş fem kirîye”: Stano

Yekîtîya Avropayê elam kirîye, wekî Rûsîyayê meremê mîsîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê şaş fem kirîye.Derheqa wê yekêda berdevkê Yekîtîya Avropayêyî karên der Pêtêr Stano gotîye RÎA Novostîyê.
Stano gotîye, wekî Rûsîya bi şaşî hesab dike wekî rola Yekîtîya Avropayêye nava pirsa normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda dijî Rûsîyayêye.
“Rûsîya eşkere meremê vê mîsîyayê şaş fem kirîye û beşdarbûna Yekîtîya Avropayêye li herêmê şaş qîmet dike.Mîsîya Yekîtîya Avropayê bi hîvîkirina desthilatdarîya Ermenîstanê destpê bûye.Yekîtîya Avropayê usa jî tevî seroketîyen Adirbêcanê nava pêwandîyadane”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê derheqa rola Rûsîyayêda, ya wextê sekinandina şerê sala 2020 î zane.
Stano gotîye, wekî ew mîsîya sîvîle û wê piştgirîyê bide normalkirina heleqetîyên ermenîya-azêrîya.







