SerekeSîyasî

ŞAY û Brîtanîya Mezin pêşkeftina  nava pêwandîyên Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêda silav dikin

Dêlêgasîyayên derecebilind, yên partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûne bona ku pirsgirêkên dualî helkin.Ev gava  avîtî ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Brîtanîya Mezinda hatîye silavkirinê.

Ev herdu partîyayên Kurdistana Îraqê li bajarê Silêmanîyê rastî hevdu hatine û piştî hevdîtinê bi elametîyêva pêşda  hatine û gotine wekî girêdayî cêrge pirsara fikir hatine pevguhartinê bona ku germahî bikeve nava pêwandîyên dualî.

Wextê hevdîtinê halê sîyasî, yê li Kurdistanê û pirsên cuda hatine gotûbêjkirinê.Alî pevketine ku zûtirekê hevdîtineke wî cûreyî jî pêk bînin.

Konsûlxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û usa jî ya Brîtanîya Mezin hevdîtina pêkhatî bi germahî silav kirine û ew yek çawa gaveke girîng bona helkirina pirsgirêkên di navxweyîda hesab kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button