H’emû nûçeSereke
Eger dadgeha Neteweyên Yekbûyî bi lez tevnegere, ermenîyên Arsaxê wê li ber bijartineke dijwar bisekinin

Nûnerê Ermenîstanê yê karûbarên hiqûqê, yên navneteweyî, Yêgîşê Kîrakosyan di rûniştina doza korîdora Laçînê ya li dîwana edaletê ya navneteweyîda gotîye, ku eger dadgeh zû tevnegere, ermenîyên êtnîkî yên Qerebaxa Çîya wê li ber bijartineke dijwar bisekinin.
“Xuyaye ku Adirbêcan dixwaze ermenîyên êtnîkî yên Qerebaxa Çîya bifetisîne.”
Refikên dikana valane û xwarin li ser kûponane. Kêmasîya derman û pêdîvîyên tenduristîyê heye. Bazirganî û karsazî bi tevayî rawestîyane. Gelek caran gaz bi temamî hatîye qutkirin û daxwaza êlektrîkê bûye sedema qutbûna dubare û dirêj. Dibistan û baxçe bi temamî girtî mane, zarok 50 rojin ji malbatên xwe hatine veqetandin”,- nûnerê Ermenîstanê gotîye.







