H’emû nûçeSereke

Paşînyan wextê qisa bi têlefonê, ya tevî Pûtîn gavên bona altkirina krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê girîng hesab kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn qise kirîye.

Armênprêssê ragîhandîye wekî Nîkol Paşînyan derheqa wê krîzeya Qerebagêda xeberdaye, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda rûyê girtina korîdora Laçînêda hatîye sazkirinê û gavên bona altkirina wê krîzeyê girîng hesab kirîye.

Nava wê hemtêkstêda xeberdan usa jî derheqa şuxulkarîya aşîtîparêzên rûs, ya li Qerebagê çûye.

Xêncî wê yekê usa jî pirsên derheqa mîyaserkirina peymanên sala 2020 î, 2021 ê û 2022 a îmzekirî hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora hevkarîya dualî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button