H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dijî pêwandîyên fermîye, yên di navbera Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û welatên tirkîaxivda

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê, serokê komîsîya hevkarîya navneteweyî û pirsên sîyasî Hakob Arşakyan, serokê komîsîya pirsên parastinê Andranîk Koçaryan û serokê komîsîya pirsên pêwandîyên der Êdûard Agacanyan li Moskvayê li parlamênta Rûsîyayê qesidîne û beşdarî şêwirdarîya serokên komîsîayên parlamêntên welatên endamên Orgnanîzeya Peymana Ewlehkarîya kolêktîv bûne.

Armênprêssê ragîhandîye wekî Hakob Arşakyan fikirên  xwe, yên derheqa organîzeya  hevkarîya îslamî, parlamêntên welatên tirkîaxiv û pêwandîyên wane tevî parlamêntên Organîzeya Peympana Ewlehkarîya Kolêktîv raber kirîye.

“Ev gotin bona alîyê ermenî tiştê qebûlkirinê nîne, çimkî organên wan sîstêma dijî ermenîya gava diavêjin, qîmetkirinên zelal bo piştgirîya Adirbêcanê dikin, nava wanda usa jî nava pirsa êrîşa Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê”,- cîgirê serokê parlamêntê gotîye.

Endamê dêlêgasîya ermenî Andranîk Koçaryan usa jî derheqa halê li Arsaxê û dorgirtina wêda raber kirîye.

Endamê dêlêgasîyayê encamên krîzeya hûmanîtarî raber kirîye û serda zêde kirîye, wekî meremê Adirbêcanê heye ku li wandera paqijkirinên êtnîkî mîyaserke. Parlamêntvan ew yek pêwîst hesab kirîye wekî civaka navneteweyî gerekê beşdarî vê yekê bibe.

Nava dorana pirsên rojevêda usa jî pirsên derheqa pêwandîyên navneteweyî, parastinê û ewlehkarîyêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button