H’emû nûçeSereke

Gerekê dîyalog hebe, pirsgirêkê nikarin bi tunekirina 120 000 merivên li cîh û warên wan helkin:Vardanyan gotîye  The Hill  Times  ê

Rojnama Kanadayêye eyan The Hill Times ê miqaleke berfireh derheqa menîyên dorgirtina Arsaxêda û halê li Arsaxê çap kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî profêsorê ûnîvêrsîtêya Vînzorê Krîstofêr Vatêrs girtina pêşîya alîkarîya hûmanîtarîye bona Arsaxê çawa “dêfakto paqijkirinên êtnîkî” nav kirîye.Hatîye dîyarkirinê wekî Kanada gerekê hemû cedandinên xweye dîplomatî bide xebatê bona ku hukumî li ser Adirbêcanê bike ku korîdora Laçînê bidine vekirinê.

Rojnamê usa jî tevî wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan qise kirîye, yê  ku bangî  Kanadayê û civaka navneteweyî kirîye ku hukumî ser Adirbêcanê bikin, êmbargoyê dijî hukumata Adirbêcanê bidine xebatê bona ku korîdora Laçînê bê vekirinê.Rûbên Vardanyan bang kirîye ku “korîdora hewê, ya hûmanîtarî” bidine çareserkirinê bo ku alîkarîya hûmanîtarî bighîje Arsaxê.

“Temamîya êkonomîka me sekinîye, çimkî em nikarin rêsûrsa bona senayê bînin, yan jî ji vir eşîya bidine deranînê. Tiştê qebûlkirinê nîne ku 30 000 zaroka jî mecbûrkin ku ew bêyî xurek, bêyî xwendinê, yanê jî bêyî gazê û ênêrgîya êlêkitrîkî bimînin.Adirbêcan gerekê wê yekê qebûlke, ku  dîyalog hebe, çimkî ev yek nikare bi rîya leşkerî bê helkirinê, yan jî dijî 120 000 merivî paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin”,- Rûbên Vardanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button