H’emû nûçeSereke
Nava sûka kirîn-frotana avayada, nava welatîyên bîyanîda welatîyên Rûsîyayê cîhê ewlindanin

Sala 2022 a nava kirîn-frotana avayada aktîvîya mezin pêşda hatîye û ew yek ne tenê nava binelîyên cîhda lê usa jî nava bîyanada berbiçeve.
Li gorî melûmetîyên komîtêya kirîn-frotana avaya, sala 2022 a 204 910 peymanên kirîn-frotanê hatine morkirinê, ji kîjana 4936 ji alîyê welatîyên bîyanîda hatine kirinê. Nava 187 peymanada him bikirçî û him jî yê frotîye, welatîyên bîyanîne.
Li gorî melûmetîya fermî nava cêrga welatîyên bîyanîda, welatîyên Rûsîyayê cîhên ewlindanin.
Cîhê duemînda welatîyên Ştatên Yekbûyîne, lê cîhê sêemînda welatîyên welatên Avropayêne.