H’emû nûçeSereke

Bekoyan û borcbirê baylozê Îraqê pirsên derheqa aktîvkirina hevkarîya herdu welatada gotûbêj kirine

Serokê koma dostîyê ya Ermenîstanê û Îraqê Rostem Bekoyan borcbirê baylozê Îraqêyî li Ermenîstanê Sûhaylan Mûzêr Xelîl Al-Cûbûrî qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji parlamênta Ermenîstanê ragîhandine.

Nava rojeva hevdîtinêda pirsên derheqa heleqetîyên dualî û aktîvkirina hevkarîya di navbera herdu welatada hebûne.

Hatîye dîyarkirinê, wekî hevkarîya dualî wê usa jî piştgirîyê bide pêwandîyên herdu welata.Bekoyan gotîye wekî nava hemtêksta sîyaseta Ermenîstanêye derda, Îraq cîhê xweyî cudadaye. Xeberdan usa jî derheqa dîyaspora ermenîye li Îraqê çûye, ya ku nava heleqetîyên herdu welatada ew xeleqe ku  hevva tên girêdanê.

Al Cûbûrî bona hevdîtinê û gotûbêjkirina razalixî elam kirîye û gotîye wekî meha adarê seredana koma Îraqê û Ermenîstanêye dostîyê  wê bê teşkîlkirinê.

Hatîye dîyarkirinê wekî nava pêwandîyên herdu welataye êkonomîkîda aktîvbûn tê kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button