H’emû nûçeSereke

Ji sala 2027 a da li Ermenîstanê hemû kes wê çareserîya saxlemîxweykirinê bistîne

Wextê civîna hukumata Ermenîstanê,ew birîyar hate îzbatkirinê, bi kîjanê hatîye pêşdakişandinê ku sîstêma çareserîya saxlemîxweykirinê qebûlkin.

Wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê ew birîyar raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî xebatên dora wê yekê wê ji sala îsalinda destpêbin.

Bi gotina wê, pêşda wê êtapa amadekirinêbe û wî çaxî wê zelalbe ku bahê wan qulixdarîya wê çiqasbin. Avanêsyanê gotîye wekî sala 2024 a da komên merivaye ku ji alîyê dewletêda tê piştgirtinê, wê bibin wekehev û qulixdarîyên bona wan jî wê mînanî hevbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button