SerekeSîyasî

Partîya Tirkîyayêye HDP ê koalîsîyona opozîsîyon bona wê yekê rexne kirîye, wekî pirsa kurda ji progirama hilbijartina hatîye derxistinê

Hevserokê Partîya Dêmokratîk, ya Gela Sêzayî Temelî koalîsîyona 8 partîyayên opozîsîyon rexne kirîye wekî manîfêsta pêşîya hilbijartina pirsa kurda hatîye derxistinê.

“We 240 rûpel nivîsîne, lê li wir pirsa kurda tune, qet bi xeberekê jî derheqa kurdada  nayê bîranînê. Û bi vî cûreyî hûn derheqa dêmoratîya vî welatîda dibêjin.Na xêr hûn nikarin vî welatî bikine yên dêmokratîk.Em dibêjin ku çi cûreyî dikarin vî welatî bikine yê dêmokratîk û em wê yekê dîsa dibêjin»,-Temelî nerazîbûna xwe daye kifşê, û serda zêde kirîye:

“Şeş partîyayên opozîsîyon berev dibin. Ew jî tifaqeke û ya girînge, çimkî ev yek şerkarîya dijî desthilatdarîyêye.Her kesek, yê ku dijî faşîzmê şerkarîyê dike bona me girînge. Feqet têksta nivîsar ber çevaye. Herger tu pirsgirêkên sîstêma vî welatî naxwezî helkî, wî çaxî tu nikarî gava berbi dêmokratîyayê biavêjî. Pirsa sîstêma vî welatîye here girîng, pirsgirêka kurde”.Ewî usa jî tifaqa opozîsîyon bona wê yekê rexne kirîye ku ew tevî Partîya Dêmokrtîk ya Gela neketine nava dîyalogê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button