H’emû nûçeSereke

Pevçûyîna Îranê û Adirbêcanê, ya dora Ermenîstanê û ji Ermenîstanê der: nivîsara  Al Monitor ê

“Bi piştgirîya Tirkîyayê û Îsrayêlê Adirbêcan ji şerê sala 2020 î  serkeftî derket û nava encamê dew û doza piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, temamîya axa xweye okûpasîyakirî paşda hilda, sînorê Îranêyî tevî Ermenîstanê da kurtkirinê.Adirbêcanê usa jî yek sêanîya Qerebagê okûpasîya kirîye. Ew niha jî nêzîkî 200 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstana serbixwe kontrol dike. Feqet tê bêjî ev yek bona Adirbêcanê bes nîne”,- Al Monitor ê   bi wî cûreyî miqala derheqa halê li Qafqasîyayê nivîsîye.

“Tiştê herî xemgînî ewe, wekî bi xebitandina mijûlîya Rûsîyayêye li Ûkraînayê û bêterbyetîyên li Îranê, Elîyêvê berbi tiştên başqe here û berbi korîdora rîya hesinî, usa jî ya avtomobîla bicedîne, ya ku wê Adirbêcanê nava qeza Ermenîstanêye Syûnîkêra Nexçêvanê Tirkîyayêva bide girêdanê.Ewê Îranê ji Ermenîstanê biqetîne. Berî her tiştî Ermenîstanê ji piştgirîya Îrana cînar miqûf bimîne. Korîdora Zangêzûrê wê bona Îranê bibe qezîya gêopolîtîkî”,- Hamîdrêza Ezîzî dibêje.

“Melûmetîyên meye cesûsî hebûn wekî Adirbêcanê xwe amade kiribû ku agrêsîya diha berfireh mîyaser bikira, dema ku îlona sala derbazbûyî ewê êrîş bire ser Ermenîstanê. Kir û elametîyên Îranê alî wê yekê kirin ku hal diha xirab nebe. Îran bona Ermenîstanê hevkara girînge. Sînorê tevî Îranê bona Ermenîstanê girînge. Du sînorên me hene, yên ku girtîne, yên tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê. Bo wê yekê jî Îran û Gurcistan dergehên me berbi dinîya der vedikin”,- cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye.

Elîyêv wê yekê venaşêre ku ew wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” têra dibîne û wê yekê çawa pêwîstîya dîrokî nav dike û serda jî dibêje wekî ewê bê vekirinê, nenihêrî wê yekê ku Ermenîstan usa dixweze yan na. Îranê  her guhartineke sînora çawa “xeta sor” nav kirîye.

Halê sert usa jî di navbera Îranê û Adirbêcanê ji sînorên Ermenîstanê der sert dibe. 27 ê meha çile merivekî sîlih dêstda ketîye avayê baylozxana Adirbêcanêye li Têhranê û rûyê wê yekêda serokê ewlehkarîya baylozxanê hatîye kuştinê, lê du meriv jî birîndar bûne. Hinek nevsên Adirbêcanêye fermî dibêjin wekî Îranê ev êrîş teşkîl kirîye. Hetanî niha Bekû vê gavê xwe paş digirt bona ku nava pirsa Qerebagêda piştgirîya welatên ereba xweyke. Feqet pêwandîyên Adirbêcanê û Îsrayêlê pêşda diçin.

Tiştekî eyane wekî Adirbêcan neftê dide Îsrayêlê û dewsa wê yekê sîliha distîne. Nava kanîyên înformasîyone vekirîda zelal tê kifşkirinê,wekî wextê şerê sala 2020 î teyarên barbir sîlih Adirbêcanêra anîne. Tiştê veşartinê nîne wekî Îsrayêl Adirbêcanê bona dînaxwedayîna Îranê dide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button