H’emû nûçeSereke
Rûsîya piştgirîyê dide fikira derheqa vekirina rêyên transportê û pêwandîyên êkonomîkî, yên li Qafqasîyayê : Mîşûstîn wextê hevdîtinê gotîye Paşînyan

Rûsîya piştgirîyê dide vekirinê rêyên transportê û pêwandîyên êkonomîkî, yên li Qafqasîyayê. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn wextê hevdîtinê usa gotîye serokwezîrê Ermenîstanê.
“Em li gorî tradîsîyayê bona kara vekirina rêyên transportê û êkonomîkayê pêşda tên. Em pevketinên destanî , yên ji alîyê serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêda girîng hesab dikin”,- serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.
Mîşûstîn usa jî daye dîyarkirinê, wekî sazbûna rêyên transportêye nû li gorî berjewandîyên hemû welatên herêmêye.







