H’emû nûçeSereke

Serokwezîr beşdarî  civîna  di navbera hukumata ya Avrasîyayî bûye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li bajarê Qazaxstanêyî Almatîyê beşdarî civîna Avrasîyayê, ya di navbera hukumatada bûye. Derheqa wê yekêda ji îdara serokwezîrê Ermenîstanê, ya çapemenîyê elamî Armênprêssê kirine.

Serokwezîrên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî cêrge pirsên întêgrasîyon gotûbêj kirine. Xeberdan derheqa hevkarîya  nava şuxulkarîya sûka organîzeyêye hundurda, fînansekirina senayê, pêşxistina komplêksa malhebûna gundîtîyê û usa jî hevkarîya nava goveka ênêrgêtîkîda çûye.

Ev civîn bi teşkîla teng hatîye pêkanînê, lê civîna bi teşkîla berfireh wê îro pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button