H’emû nûçeSereke
Ermenîyên Amêrîkayê dewê ji Kongrêsa ŞAY ê dikin ku Adirbêcanê mecbûrkin bo ku dorgirtina Qerebagê bidine sekinandinê

Li Waşîngtonê ermenîyên Amêrîkayê mîtîng teşkîl kirine û dew ji desthilatdarîya Ştatên Yekbûyî kirine ku alîkarîya bona Adirbêcanê bidine sekinandinê, dikeve nava kîjanê usa jî alîkarîya leşkerî. Derheqa wê yekêda “Dengê Amêrîka” yê nivîsîye.
Beşdarî mîtîngê bûne usa jî kongrêsmênên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî. Bi gotina Adam Şîf gerekê îdî îzinê nedin ku qet sêntek jî ji Amêrîkayê neçe Adiribêcanê. Bi axaftin usa jî kongrêsmên Frênk Paloûn pêşda hatîye û derheqa halê li Qerebagê xeberdaye.
Serokê komîsîya data Ermenî Aram Hambaryan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî ew gerekê li rex Arsaxêbin.