Girtina korîdora Laçînê pirsgirêka sîyasî nîne, Adirbêcan pirsa leşkerî hel dike: pêşezan
Bi qîmetkirina pêşezanê leşkerî Hayk Nahapêtyan, Adirbêcan bi girtina korîdora Laçînê dicêribîne pirsa leşkerîye konkrêt helke.
Armênrêssê ragîhandîye wekî Nahapêtyan derheqa wê yekêda wextê guhdarkirinên li parlamêntê gotîye, yên ku bi teşkîldarîya fraksîya “ Ermenîstan”, pêk hatine.
Nahapêtyan gotîye wekî girtina korîdora Laçînê êlêmênta derbazkirina şêre. Hîmlî dorgirtina axê bi armanca leşkerî tê kirinê, lê ne ku bi armanca sîyasî.
“Armanca ewlin ewe ku li Arsaxê opêrasîyonên leşkerî destpêkin û wî çaxî ji Ermenîstanê nikarin piştgirîyê bistînin. Ya duem jî ewe wekî rêsûrsa jîyana ermenîya li Arsaxê dibe sifir.Ya sêem ewe ku bi pisîxolocî li ser cimetê tehsîr dikin û dixwezin bidine kifşê, wekî piştî destpêkirina opêrasîyonên leşkerî, şerê lez ser hevda bê. Girtina korîdora Laçînê pirsgirêka hûmanîtarî û ewlehkarîyê nîne. Adirbêcan konkrêt pirsgirêka leşkerî hel dike”,- pêşezanê leşkerî gotîye.