H’emû nûçeSereke

“Parîz bona dorgirtina korîdora Laçînê xemgîne”: berdevka wezîreta Fransîyayêye karên der

Em ji bo dorgirtina korîdora Laçînê xemgînin, em dewê dikin ku korîdor bê vekirinê û alîkarîya hûmanîtarî bighîje binelîya. Derheqa wê yekêda  berdevka wezîreta Fransîyayêye karên der Ann Lêjandrê gotîye.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî li Qerebagê  qezîya krîzeya hûmanîtarî heye.Xêncî wê yekê em dixwezin û piştgirîyê didin ku hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda destpêbin.

“Heye navçîgarîya avropî û em piştgirîyê didine wê yekê. Bi saya serokê Fransîyayê cotmeha derbazbûyî wekîlên herdu welata li Prahayê rastî hevdu hatin, li kîderê hate qirarkirinê, ku mîsîya Yekîtîya Avropayê bişînine Ermenîstanê bona ku halê sertî li ser sînorê Ermenîstanê bidine kêmkirinê”,- Lêjandrê gotîye.

Ewê gotîye wekî Fransîyayê bi dereca dewletêye here bilind piştgirî daye. “ Serokê Fransîyayê  hemû cedandin dane xebatê, bona ku em bikaribin hevraxeberdana destpêkin û bona ku pirsgirêk bê helkirinê, halê sert kêmbe”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button