H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan  û Yohan Vadêfûl pirsên derheqa mîsîya dîtindarîyêda, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Almanîyayê rastî serokê koma dostîyê, ya parlamênta Almanîyayê, ya Almanîya û Qafqasîya Başûr,Yohan Vadêfûl hatîye.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa ewlehkarîya herêmîda hatine gotûbêjkirinê.

Mîrzoyanê wezîr halê hûmanîtarîyî giran, yê li Qerebagê raber kirîye, yê ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.

Herdu alîya jî derheqa hevkarîya parlamêntên herdu welatada xeberdane û ew yek girîng hesab kirine.

Pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda jî hatine gotûbêjkirinê.Fikir usa jî dora pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button