H’emû nûçeSereke

Çapemenîya Swîsrê: patrîyarxê  rûs salên 1970 êyî li Cênêvayê cesûsê qulixdarîya bêqezîyabûnê bûye

Patrîyarxê dêra  rûs Vladîmîr Gûndyayêv salên 1970 êyî, bi birîyara qulixdarîya Sovyêtêye ewlehkarîyê, şuxulkarîya cesûsîyê li Cênêvayê  mîyaser kirîye. Derheqa wê yekêda çend rojnamên Swîsrê ragîhandine.

Li gorî wê înformasîyonê hatîye dîyarkirinê, wekî ew li Swîsrê li rex patrîyarxîya Moskvayê wê şuxukarîyêva mijûl bûye.

Balozxana Rûsîyayêye li Bêrnê bi nerazîbûn bersiva elametîyê daye û ew yek çawa mesela propaganda dijî rûsa nav kirîye. Yekîtîya dêrên hemcîhanî elam kirîye wekî ew haj tiştên wî cûreyî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button