H’emû nûçeSereke

Qerebag hema pêşda jî ya Ermenîstanê bûye û li wir hîmlî ermenî mane: miqala Cofrî Robêrtson

Pêşezanê mafê navneteweyî Cofrî Robêrtson, girêdayî girtina korîdora Laçînêra, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê, miqale belav kirîye kîjanêda daye dîyarkirinê, wekî  Qerebag pêşda jî ya Ermenîstanê bûye û li wir hîmlî her dema  ermenî mane.

Cofrî Robêrtson miqalêda daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya, Brîtanîya Mezin, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya û Çînistan dikarin Adirbêcana avtorîtar bidine sekinandinê, kîjanê 120 000 binelîyên Qerebagê kirîye nava dorpêçkirinê, ku ew birçîna bimirin.

Miqaledar daye dîyarkirinê, wekî ev dorgirtin xirabkarîya dijî merivatîyêye û ev yek dijî cêrge peymanaye, lê eva îdî serê du mehaye ku azêrîya dora Qerebagê girtîye û dorgirtin hê berdewame.Hatîye dîyarkirinê, wekî korîdora Laçînêra herroj 400 tona eşîyayên pêwîst derbaz dibin.

“Wê diha hêsabûya ku cîguhastina bara bi rîya hewê bibirana, lê hukumata Adirbêcanê gef xwerine wekî ewê her teyareke ku derbazbe, jorda biînin xwerê. Welat bûye dîla  Adirbêcanê û dîrokê. Ew pêşda  ya Ermenîstanê bûye û li wir hîmlî ermenî mane. Sedsala 19 a da ew ji alîyê Rûsîyayêda hatîye dagirkirinê, lê sala 1921 ê Stalîn bi cûrê şaş Qerebag kirîye nava teşkîla Adirbêcanê, çawa nehîya serbixwe. Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, cimeta Qerebagê dewa serbixwetîyê kirîye û bona wê yekê şer kirîye”,- miqalêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button