H’emû nûçeSereke

Hejmara qurbanîyên erdheja li Tirkîyayê û Sûrîyayê  dikare 8 cara zêdebe, lê hejmara zîyankêşa dikare bighîje 23 mîlyonî: organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê

Organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê eşaretî daye wekî hejmara qurbanîyên erdheja wêrankire li başûr-rojhilatê Tirkîyayê, ya nêzîkî sînorê tevî Sûrîyayê, dikare 8 cara zêdebe. Armênprssê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda ajansa BBC ê daye dîyarkirinê.

Hejmara qurbanîya niha ji 5000 zêdetire û dîsa zêde dibe.Xebatkarên ku meriva digerin nava qewilên sermayê û  berfêda bin avayên hedimîda meriva digerin bi wê hêvîyê wekî diqewime merivên sax hebin. Organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê îdî eşaretî daye, wekî  hejmarên qurbanîya û birîndara wê 8 cara zêdebin, çimkî ji bin avayên wêranbûyîda diha gelek qurbanî tên dîtinê.

Pêşezanê organîzeyê daye dîyarkirinê wekî bi qîmetkirinên organîzeyê li Tirkîyayê û Sûrîîyayê hejmara zîyankêşa dikare bighîje 23 mîlyonî.

Hatîye ragîhandinê, wekî ji welatên dinyîyayêye cuda-cuda komên piştgira  dişînine li wan nehîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button